Li Urmiyeyê di 4 qezayan de: 2 mirî û 10 birîndar

Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê 4 qezayên trafîkê çêbûn têde 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Qezayek di navbera barhilgirek û otobusekê de li ser rêya Pîranşar-Nexedeyê çêbû û di encamê de 5 kes birîndar bûn."

Her wisa li Pîranşarê otomobîlek û motorsîkletek li hev qelibîn û di encamê de ajokarê motorsîkletê Eyûb Ofte yê ji gundê Xirapê ye jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li ser rêya Şino-Urmiyeyê jî pîkapek qulipî û kete newalekê di encamê de kesek mir û hinek kes jî birîndar bûn.

Di heman demê de li ser rêya Şino-Urmiyeyê, 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 4 rêwiyên her du otomobîlan birîndar bûn û ew niha di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye