Mûstafa Kalayci: Divê zimanê cihêkar bê terikandin

Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Mûstafa Kalayci, di hevdîtinên budçeyê de, axivî û got ku pêvajo, ber bi encamgirtinê ve diçe û hewce ye ku zimanê cihêkar were terikandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mûstafa Kalayci, di hevdîtina budceyê de  bal kişand ser Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê û got:

"Divê guhertinên destûra bingehîn û yasayî yên li gorî xwezaya vê pergalê bên kirin."

Mûstafa Kalayci: Divê guhertinên destûra bingehîn û yasayî bên kirin

Kalayci got ku divê Qanûna Partiyên Siyasî û Qanûnên Hilbijartinê, jinûve bên verastkirin û “qanûna etîka siyasî” were derxistin."

Mûstafa Kalayci: Pêvajo gav bi gav ber bi encamê ve diçe

Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê, îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Ev pêvajo, veguheriye polîtîkaya dewletê.

Li gel hewldanên reşkirinê jî, pêvjo, gav bi gav ber bi encamê ve diçe.

Hewce ye ku gavên, dê standartên demokratîk bilind bikin, dewleta hiqûqê xurt bikin, tavilê bikevin meriyetê.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye