Siyasetmedar û akademîsyen Ûfûk Ûras derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk taybet jî mafê hêvîyê ji ANF’ê re axivî.
Siyasetmedar Ûfûk Ûras diyar kir, ‘Mafê Hêviyê’ divê yek ji rojevên şênber ên komîsyonê be û got, "Divê komîsyon bi lez bikeve nava pêvajoya diyarkirina polîtîkayên şênber û çarçoveya hiqûqî."
Ûfûk Ûras anî ziman ku di asta heyî de pêvajo gelekî erênî ye û ev nirxandin kir:
"Devlet Bahçelî ev yek bi rengê herî baş nîşan da. Bahçelî bi şênberî got ku, Ocalan di vê mijarê de her tişta diviyabû bihata kirin pêk anî, gavên diviyabû bihatina avêtin hemû avêtin û ji niha û pê ve divê desthilatdariya siyasî gavê biavêje."
'Di nava gavên şênber de divê Mafê Hêviyê jî hebe'
Li ser gavên şênber ên divê bêne avêtin, ku ‘mafê hêviyê’ jî di rojevê de ye, Ûfûk Ûras diyar kir ku divê ‘mafê hêviyê’ jî yek ji van gavan be û wiha berdewamî da axaftinên xwe:
"Ji ber ku wateyeke xwe nîne ku ev mesele di asteke de kêmî asta Bahçelî destnîşan kiriye bê nîqaşkirin. DEM Partî di vê mijarê de gelekî nerm tevdigere, meseleyê weke xeta sor destnîşan nake.
Lê em zanin ku mijarê ne weke mijareke şexsî her wiha weke pîvaneke navneteweyî û mafekî anonîm dibîne. Bi dîtina min gelekî girîng e ku danûstandin û nîqaş li ser vî mafî bê kirin.
Ocalan jî gelek caran diyar kir ku rast nabîne ku ev nîqaş tenê li ser wî bê meşandin."
'Bi hêviya aştiyê em ê serbikevin'
Ûfûk Ûras di dawî de derbarê hêviya aştiyê de ev nirxandin kir:
"Wateyeke xwe nîne ku bê gotin, ‘Ma pêvajoyeke bi vî rengî vê desthilatdariyê dibe?’ Çareseriya gelek şerên li cîhanê bi desthilatdariyên heyî hatine meşandin û hema bibêje temamiya wan desthilatdariyan jî rastgir bûn.
Ya rast Ocalan, Devlet Bahçelî û yên din rojev diyar kirin. Ya girîng ew ku di vir de mirov bi înîsiyatîf rabin. Eger em hêviya aştiyê bixin meriyetê em ê bi ser bikevin."