HEVSEROKÊN DEM PARTIYÊ: EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ BI SERFIRAZÎ BIPARÊZIN

Hevserokên DEM Partiyê bi daxuyaniyek ragihandin ku ew ê pêvajaya Aştî û Civaka Demokratîk bi serfirazî, sebir û israr biparêzin û bang li Tirkiyê kir ku ji bo serkeftina siyaseta demokratîk ji bo çêkirina qanûnan gavan bavêje.

reset font size increase font size


Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi nirxandinên cûda gava Koma Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin. 

Li ser navê herdu hevserokên DEM Partî daxuyaniyek hate parvekirin.

Di daxuyaniya ku li ser navê herdu hevserokan hate dayin de ev tişt hatin gotin: 

"Îro yek ji xalên werçerxê ya dîroka sedsalî ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk tê. Ji Îmraliyê 26 sal şûnde banga bi dîmen a ji bo aştiyê hat, îfadeya herî xurt a banga ji bo ruhê kevnar ê van axan e. 

Piştî banga Îmraliyê bi merasîma şewitandina çekan a PKKê re serdemeke nû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyek demokratîk dest pê dike.

Biryara xatirxwestina çekan a PKKê, ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd e, misogeriya ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi rêbazên demokratîk werin çareserkirin derxist holê.``

Bakirhan û Hatîmogullari di axiftina xwede diyar kirin ku  ew ê vê pêvajoyê bi serfirazî, sebir û israr biparêzin û banga çêkirina qanûnan mezinkirina siyaseta demokratîk kirin.                                 

HEVSEROKÊ KNKÊ: DIVÊ HER KES TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBE

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê-KNKê Ahmed Karamus jî derbarê helwesta gerîlayên Kurdistanê de axivî.

Ahmed Karamus çek şewitandina gêrîla wiha nirxand:

"Ev helwesta gêrîla nîşan dide ku ev pêvajo bi awayekî teslîmbûnê nîn e. Ev samîmiyeteke û dirûstiyê nîşan dide. Lewma em helwesta hêzên gêrîla gelekî pîroz dibînin û piştgiriyê didin.”

Karamûs piştigiriya xwe ji bo gava gava Koma Aştî û Civaka Demokratîk raberkir vê gavê weke gaveke dîrokî pênasekir û ev bang kir:

 “Pêwîste li Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê herkes tevlî vê pêvajoyê bibe da ku em karibin çareseriyê peyda bikin. Divê em destê diyalog û çareseriyê xurt bikin.``

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24