SEROKÊ LUBNANÊ RASTIYA TÊKILIYÊN XWE BI ÎSRAÎLÊ RE EŞKERE KIR

Serokê Lubnanê daxwaz kir ku hêzên UNIFIL saleke din li ser sînorê di navbera Lubnan û Îsraîlê de bimînin û got avakirina têkiliyên bi Îsraîlê re niha ne di rojeva siyaseta derve ya Lubnanê de ye.

reset font size increase font size

Serokê Lubnanê Josêf Ewn balkişand ser vê yekê ku aştî tunebûna şer e û daxuyakirin ku normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re, niha ne beşek e ji siyaseta derve ya Lubnanê.

Li ser danûstandinên bi Îsraîlê re, Ewn anî ziman ku ji bo aştiyê û vegera têkiliyên aram bi Îsraîlê re, xwestekên Lubnanê hene û ew hewl dide rewşa şer bi dawî bike bêyî ku têkeve têkiliyên fermî bi Îsraîlê re.


Ewn tekez kir ku divê çek bi tenê di destê dewletê de bin û got: "Lubnan girêdayî Însyatîfa Aştiyê ya Ereban a sala 2002 'an e ku 

dixwaze Îsraîl di berdêla aştiyê de ji herêmên dagirkirî vekişe." 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24