Xerîbabadî: Em pabendbûnên xwe bi cih nayînin

Duh êvarê, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî ragihand ku êdî ew nema sozên xwe yên digêrdayî peymana bi Amerîkayê re pêk tînin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî bersiv da Îranê û anî ziman ku rawestandina peymana bi Îranê re ji bo wî ne girîng e. Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî jî di peyamekê de daxuyand ku binpêkirina dubare ya peymanê ji hêla Amerîkayê ve, bênirxiya îmzeya Donald Trump diçespîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî di hevpeyvînekê de bi ajansa nûçeyan a Mehrê re, roja 18’ê tîrmehê ragihand ku Îran bicihanîna sozên xwe yên Peymana Têgihîştinê rawestandiye.

Kazim Xerîbabadî ji ajansê re wiha axivî:

"Amerîkayê hemû pabendbûnên xwe yên di vê peymanê de binpê kirine.

Me jî pabendbûnên xwe rawestandine û em wan bi cih nayînin.

Niha em bi parastina welêt re mijûl in."

Trump: Rawestandina peymana têgihîştinê ji bo min ne girîng e

Di hevpeyvîneke telefonî de bi News National re, Serokê Amerîkayê Donald Trump li hemberî axaftina Kazim Xerîbabadî ya der barê rawestandina sozên peymanê de bertek nîşan da.

Donald Trump wiha bersiv da Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê:

"Qet ji min re ne girîng e.

Armanca sereke ya şerê li dijî Îranê ew e ku pêşî li ber bidestxistina Tehranê ji çekeke nukleerî re were girtin."

Piştî daxuyaniyên herdu aliyan der barê rawestandina sozên xwe yên peymanê de, Cîgirê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Karên Derve Mihemed Îshaq Dar tekezî li girîngiya pabendbûna bi sozên peymanê kir.

Mihemed Îshaq Dar bang li herdu aliyan kir ku ji her çalakiyekê ku dê aloziyên li herêmê zêdetir bike dûr bisekinin.

Mucteba Xamineyî: Li gel miletê Îranê dersin hene ku nayên jibîrkirin

Ji aliyekî din ve, medyaya Îranê peyamek weşand û angaşt kir ku ev peyam ji hêla Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî ve hatiye nivîsandin.

Di peyamê de Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî da zanîn ku Amerîkayê bi binpêkirina dubare ya peymanê, careke din bêqîmetiya îmzeya Donald Trump çespandiye.

Mucteba Xamineyî her wiha Amerîka bi şerxwaziyê tawanbar kir û wiha domand:

"Binpêkirina dubare ya sozên Amerîkayê, careke din ji her kesî re çespand ku îmzeya Serokê Amerîkayê çiqas bênirx e.

Li gel miletê Îranê û Eniya Berxwedanê dersên nayên jibîrkirin ji bo Amerîkayê hene.

Wêrekiya şervanên Îslamî û coşa xelkê wêrek li herêma başûr mînakek e li ser dersên ku Komara Îslamî û Eniya Berxwedanê pêşkêşî Amerîkayê dikin."

Peymana têgihîştinê di 17’ê hezîranê de ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ve hatibû îmzekirin.

Armanca vê peymanê ew bû ku operasyonên leşkerî yên di navbera Îran û Amerîkayê de werin rawestandin û rê li ber peymaneke berfirehtir a di navbera Washington û Tehranê de were vekirin.

Ragihandina Tehranê ya rawestandina pabendbûnên xwe, piştî zêdebûna êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye