Di hin beşên zanîngehên Sûriyê de keç û xort ji hev tên cudakirin
Li her derê cîhanê, zanîgeh wekî bingeha wekheviyê tê naskirin. Lê di hevyazbariya zanîngehên Sûriyê ya vê salê de, çendîn daxwaz hem li pêş jinan hem jî li pêş mêran girtî bûn. Xwendekaran ev yek qebûl nekir û diyar kir ku divê rê li pêş vê zihniyeta ku cûdahiyê dixe navbera jin û mêran de, bê girtin.