Saziyên mafên mirovan rojane kiryarên dewleta Îranê yê darvekirin û girtina welatiyan belav dike.
Dîsa Ajansa Nûçeyan a HRANA ragihand ku dewleta Îranê girtiyek li Girtîgeha Navendî ya Zahedanê bi darve kir.
Ew girtî Emîr Darzadeh Pûr nêzîkî 40 salî ye û bavê sê zarokan bû.
Di rapora ku HRANA belav kiriye de Darzadeh bi tohmeta kuştinê hatibû girtin û piştre ji aliyê dadgeheke cezayî ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Dewleta Îranê ciwanek 19 salî girt
Di hema mijarê de HRANA'yê diyar kir ku Erfan Kerem Weyîsî ciwanekî 19 salî yê niştecihê Navçeya Bedreyê yê Îlamê, ji aliyê îstixbarata Spaya Pasdarên Îranê ve hat girtin û ji bo cihekî nediyar hat birin.
Di raporê de tê gotin ku ev girtin duh, li mala xwe bêyî ti biriyareke dadwerî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye gitin.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî , di derbarê sedemên girtina wî, cihê ku lê tê ragirtin an jî tohmetên ku li dijî wî hatine avêtin de ti agahî tunene.
Li Îranê welatiyekî 22 salî cezayê darvekirinê lê hat birîn
Her wiha welatiyê 22 salî yê bi navê Hemayon Şebankarh ku li Girtîgeha Navendî ya Karajê girtî ye, ji aliyê Şaxa 2'yemîn a Dadgeha Şoreşger ve cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Du parêzer li Rojhilatê Kurditanê hatin girtin
Li aliyekî din HRANA ragihand ku parêzer Reza Akbari Adl û Mihemed Îsmaîlî Alafî ku her du jî endamên Baroya Parêzeran a parêzgeha Azerbaycana Rojhilatê Kurdistanê ne hatine girtin.
Piştre, ew ji bo cihekî nediyar hatin veguhestin.
Di raportê de hat gotin ku tevî pirsînên malbat û hevkarên parêzeran jî, rayedarên dadwerî û dezgehên ewlehiyê yên Îranê derbarê sedemên girtina wan an jî cihê wan ê niha de ti agahî nedane.