Rûspiyên hoza Şerabiyan û yên gundê Sebîhiyê, bi hemahengiya Meclisa Bajarokê Er`ûrê, Festîvala Pêşbirka Hespan a 3'emîn organîze kir.
89 siwar tev li pêşbirkê bûn.
Di festîvalê de 10 dor hatin diyarkirin û siwar bi hespên ku di salên 2023-2024-2025'an de ji dayik bûne, ketin pêşbirkan.
Piştî pêşbirk bi dawî bû, di her dorekê de 3 siwarên ku bi ser ketin, ango 30 siwar, hatin xelatkirin.
Her wiha komek rûspî û kesayetiyên di nava civakê de tên naskirin, komîteya rêxistina festîvalê xelat kir.