Baregeha leşkerî ya Qesrikê li gundewarê bakur-rojavayê Hesekê ye.
Baregeh di navbera Hesekê, Dirbêsiyê û Tel Temirê de ye û li ser rêya M4 e.
Ew yek ji baregehên herî girîng ên Amerîkî li herêmê tê hesibandin.
Di 12`ê adarê de, di saetên êvarê de hêzên li baregeha Qesrikê dronek anîn xwarê.
Di 19`ê adarê de, Hêzên Amerîkayê yên li baregeha Qesrikê 2 dronên ku hewl dabûn baregehê bombebaran bikin, xistin xwarê.
Di 29`ê heman mehê de di saetên derengiya şevê de bi 2 dronan êrîşî baregehê hat kirin.
Hêzên Amerîkayê yên li baregehê dron asteng kirin û dronek li taxa Til Ehmer a navenda bajarê Til Temirê ket û bermahiyên drona din li gundê Til Mesas ê başûrê Til Temirê ketin.
Her wiha hin dron li embara genim a li derdora baregehê ketin û şewat derket, di encamê de miqdareke mezin ji genim şewitî.
Di 31`ê adarê de jî 2 dronên din hewl dan êrîşî baregehê bikin, lê ew dron li nêzî baregehê li qadeke vala hatin xistin.
Di 7`ê nîsanê de Hêzên Amerîkayê dronek xistin xwarê.
Heta duh beriya daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump, baregehên Amerîkayê êrîş li ser dihatin kirin.
Duh Serokê Amerîkayê bi peyamekê li ser platforma Truth Social gotibû ku ew heta 2 hefteyan êrîşan radiwestîne.