Agirbesta Amerîka û Îranê bandor li nirxê petorlê kir

Piştî ragihandina agirbestê ji hêla serokê DYA'yê Donald Trump ve, nirxê petrolê dadikeve kêmtirî 100 dolarî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî ku Serokê DYA'yê Donald Trump peymana xwe ya ji bo agirbesteke du-hefteyî bi Îranê re ragihand, bi şertê ku Tengava Hurmizê bi tevahî were vekirin, buhayên petrolê roja çarşemê li seranserê cîhanê hatin guhertin.

Nirxên petrola Brent %14.9 daketin û her bermîlek bû bi 92.95 dolarî.

Her wiha nirxên petrola West Texas Intermediate ya Dewletên Yekbûyî bi 18.16 dolarî, an jî %16.1 daketin û her bermîlek bû bi 94.79 dolarî.

Guhertina helwesta Trump demeke kurt berî dema ku wî ji Îranê re danîbû, pêk hat da ku Tengava Hurmizê ji nû ve veke, an jî bi êrîşên mezin ên li ser binesaziya sivîl a li Îranê wê vê yekê pêk bîne.Aborînas û şîrovekarê li MST Markit, Saul Kavunic ji ajansa Reutersê re got:

 "Tevî hebûna peymaneke aştiyê jî, lê dibe ku Îran di pêşerojê de pir caran gefê li Tengava Hurmizê bixwe, lewra divê xetereyên zêde yên li ser tengavê di pêşerojê de di ber çavan re bêne derbaskirin."

Trump got ku DYA'yê pêşniyarek ji 10 xalan ji Îranê wergirtiye ku wekî bingeheke xebatê ji bo dan û standinan cihê xwe digire.

Ev guhertina ku di vî şerî de çêbû, biryar û daxuyaniyên rayedarên Waşington û Tehranê hiştin ku nirx û buhayên petrolê jî wek berê nemînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye