Di şerê 40 rojî de Elî Xamineyî û gelek berpirsên din ên Îranê hatin kuştin

Îranê di şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê de gelek zirar dît. Yek ji van ziraran, jidestdayîna gelek berpirsên herî mezin ên wek Elî Xaminyî bûn. Ji ber ku Îsraîlê di êrîşên xwe de gelek kesayetên payebilind yên Îranê kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Îsraîl û Amerîkayê 40 rojî li ser hev bi dijîwarî êrîşî Îranê kirin.

 

Piştî rêze êrîşên ezmanî û operasyonên hêzên Amerîkî û Îsraîlî, dewleta Îranê bi kuştina serok û efseran a bêhempa re, rû bi rû ma.

 

Serkêşên dewletê û fermandarên leşkerî yên Îranê hatin armanckirin û kuştin, lewma li welêt valahiyeke rêbertiyê çêbû.

 

Di yekem êrîşa li dijî Îranê de, Artêşa Îsraîlê cihê civîna kesayetên payebilind ên Îranê armanc girt.

 

Tê de gelek berpirs hatin kuştin.

 

Yek ji wan jî, rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamê ya Îranê Elî Xamineyî bû.

 

Ev yek di 28'ê Sibatê de, di êrîşa Îsraîlê ya li dijî mala wî a li Tehranê pêk hat.

 

Kuştina Elî Xamineyî hilweşîneke mezin di pergala siyasî a Îranê de hişt.

 

Di heman demê de, Serfermandarê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Mûsewî jî hate kuştin.

 

Ew serfermandarê Artêşa Îranê û berpirsê hevrêzkirina şaxên cûda yên artêşê bû.

         

Şêwirmendê rêberê karûbarên ewlehiya neteweyî Elî Şemxanî hate kuştin.

 

Elî Şemxanî, kesayeteke girîng bû û destên wî di biryarên polîtîkayên siyasî û nûklerî yên Îranê de hebû.

 

Ew jî di 28'ê Sibata 2026'an de, di êrîşa Îsraîlê de hate kuştin.

 

Wezîrê Parastinê yê Îranê Ezîz Nasirzade hate kuştin.

 

Di 1'ê adara 2026'an di êrîşeke ezmanî de ku baregeha Wezareta Parastinê li Tehranê armanc kir, hat kuştin.

 

Ezîz Nasirzade di plansaziya leşkerî û siyaseta parastinê de roleke girîng lîst.

 

Kuştina wî bandoreke neyînî li hilberîn û dabînkirina leşkerî kir.

 

Paşê, şêwirmendê payebilind ê Elî Xamineyî, Elî Larîcanî hate kuştin.

 

Ev operasyon jî di 17'ê adara 2026'an de li Tehranê pêk hat.

 

Di heman rojê de, Fermandarê Besîcê Golamreza Silêmanî hate kuştin.

 

Ew berpirsê milîsên gelêrî bû û stûna ewlehiya navxweyî bû.

 

Paşê, Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb hate kuştin.

 

Ew di adara 2026'an di operasyoneke îstîxbaratî ya Îsraîlê li Îranê de, hate kuştin.

 

Kuştina wî bandoreke mezin kir û bû sedem ku valahiyeke berbiçav di îstîxbarata Îranê de çêbibe.

 

Serokê Dezgeha Îstîxbaratê ya Pasdaran, Mecîd Xadimî jî hate kuştin.

 

Ew jî di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yşn li li Îranê de, hate kuştin.

 

Niha jî di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de agirbesteke 15 rojî heye.

 

Di heman demê de jî amadekariyên dan û standinan li Îslamabadê têne kirin da ku herdu alî aştiyeke mayînde bi dest bixin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye