ÇEKDANÎNA KOMA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK DI ÇAPEMENIYA CÎHANÊ DE DENG VEDA

Merasîma çekdanîna Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 gerîllayên PKKyî pêk dihat di çapemeniya cîhanê de deng veda. Çapemeniya Erebî û ya cîhanê mijar bi balkdarî şopandin û diyar kirin ku ev gaveke dîrokî ye, gaveke mezin e ku ne tenê Tirkiyeyê, dê bandorê li Rojhilata Navîn bike.

reset font size increase font size

Doh Komeke PKKî ya ji 30 kesan pêk dihat, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, merasîma şewitandina çekan li dar xist. 

Merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk, di çapemeniya Erebî û ya cîhanê de deng veda. 

Ajans û rojnameyên weke Reuters, BBC, ABC News, The Irısh Times, NBC News û hwd., gava hatiye avêtin weke “Gaveke mezin e ku ne tenê Tirkiyeyê, dê bandorê li Rojhilata Navîn bike” nirxand. 

Reutersê, şewitandina çekan a PKK’ê weke “gavekî sembolîk lê girîng” nirxand. 
 
BBCyê jî bi sernavê “PKK, di rêya bidawîkirina pevçûnên li Tirkiyeyê de gavekî mezin avêt û çek şewitand” parve kir.  

ABC Newsê jî cih da gotina Rêberê Gelê Kurd a “Ne çek lê ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim” ku di peyama bidîmen de cih girtibû. 
 
NBC Newsê jî bi gotina “Merasîm, ji bo bidawîkirina serhildana bi dehan salaye li dijî Tirkiyeyê tê domandin sembolîk e lê gavekî girîng e” nûçeya xwe da. 
 
DWê jî di nûçeya xwe de cih da biryara fesixkirinê ya PKK’ê û sedemên avabûna wê. 
 
EV BIRYAR DÊ BANDORÊ LI ROJHILATA NAVÎN BIKE 
 
The Strait Timesê jî di nûçeya xwe de hûrgiliyên merasîma PKKê vegot û diyar kir ku ev biryar dê bandorê li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê bike. 
 
Al-Monitorê jî merasîm çek danînê weke nîşaneya qonaxa derbasbûna serhildana çekdarî ya PKKê ya siyaseta demokratîk e girt dest.

The Irısh Timesê jî got:

`` Merasîma PKKê piştî banga Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin û dê bandoreke mezin li Tirkiye û Rojhilata Navîn bike.`` 

Rojnameya New York Timesê diyar ku "şervanên Kurd di gaveke ber bi aştiyê ve çekên xwe şewitandin. "

Rojnameya Îmaratî The National ragihand ku şervanan "di merasîmek sembolîk de dest bi danîna çekên xwe kirin ku armanc ew bû rûpelek nû bi Enqerê re vekin. "

Russia Today di rapora xwe de sernavê "Rêberkî partiyê got: ``Em çekên xwe bi azadî datînin, wekî nîşanek niyeta baş, û em bi biryar in ku pêvajoya aştiyê bi ser bizin. "

Sky Newsê ragihand ku PKK piştî radestkirina çekan diyar kir ku "têkoşîn dê bi rêbazên qanûnî û siyasî bidome", her wiha El Şerq El Ewsat bûyer wekî "teslîmkirina sembolîk a çekên xwe li nêzî Silêmaniyê" bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24