Hikmet El Hicrî diyar kir ku rola rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan di avakirina gundên wêranbûyî de, gelek girîng e.
El Hicrî bang li taîfeyê kir ku li hemberî zehmetiyan bisekinin û karûbarên herêma xwe bi xwe bi rêve bibin û got ku piraniya sûcên li dijî taîfeyê hatine kirin, berdewamkirina vekişîna komên çekdar ji gundên dagirkirî hatine belgekirin.
Serokê Ruhanî yê Durziyan Hikmet El Hicrî di dawiyê de spasiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), dewletên koalîsyona Ewropayê, Kurd û Elewiyan kir û got:
"Mafê diyarkirina çarenûsê, mafekî rewa û pîroz e û em ê ji bo misogerkirina pêşerojeke ewle û birûmet têkoşînê bidomînin."