Îsraîl Katz li ser malpera "X" Elî Xamineyî wek "diktator" bi nav kir û da xuya kirin ku ew vê şîretê li Xamineyî dike ku carinan serê xwe ji cihên xwe yên veşartî rake, li ezman binêre û bi baldarî li hemû dengan guhdar bike.
Ev gefa nû jî, wek bersivekê li hember wê yekê tê, piştî ku kenalên ragihandinê yên fermî li Îranê bi rêya belavkirina grafîkekê, Isarîl Katz wek "wezîrê terorê" bi nav kiribû.
Li gorî rojnameya sharq El-Ewsat jî, ev grafîka kenalên ragihandinê yên Îranê, kopiya grafîkeke Îsraîlî ye ku ji bo eşkerekirina kuştina rayedarên Îranî di dema şerê 12 rojan de, hatibû bikaranîn.
Ji kesên hatin derbkirin Adnan Nazli rakirin beşa awarte û endamên din ên malbatê jî li ser pêyan hatin tedawîkirin.
Piştî giliyê malbatê êrişkar hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsusê.