Civîna sêalî ya Urdun, Sûrîye û Amerîkî dest pê kir

Civîna sêalî ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyeyê bi amadebûna wezîrên derve yên Sûriye, Urdun û nûnerê Amerîkayê dest pê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîn îro li paytexta Urdunê Emmanê bi armanca nîqaşkirina rewşa li Sûriyeyê tê lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî, Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esed el-Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack beşdarî civînê dibin.

Wezareta Karên Derve ya Urdunê diyar kir ku di civîna sêalî ya Urdun-Sûrî-Amerîkî de wê rêbazên piştgiriya pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê ji bo misogerkirina ewlehî, aramî û serweriya wê werin nîqaşkirin.

Berî vê bi çend rojan Eymen Sefedî li paytexta Urdunê Emman bi El-Şeybanî re civiya.

Beriya civînê, bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack re jî civiya.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24