Li Îranê di êrîşan de 6 kes hatine kuştin

Îsraîlê kuştina serokê îstîxbarata Supaya Pasdarên Îranê Mecîd Xadimî û Fermandarê Hêzên Qudsê yên 840´emîn ê Supaya Pasdaran Esxer Baqirî ragihand. Her wiha Îsraîlê destnîşan kir ku, ew ê serokên Îranê "yek bi yek" bişopînin û hedef bigrin. Îranê jî, kuştina berpirsê rêxistina Îstîxbarata Supaya Pasdaran, Mecîd Xadimî piştrast kir. Her wiha Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA'yê) eşkere kir ku ji destpêka şer û heta niha ve, 3 hezar û 546 kes li Îranê hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, di 28’ê Sibata îsal de dest pê kiriye û di roja xwe ya 38’an de dewam dike.

Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser paytexta Îranê, Tehranê de, li navçeya Şehriyarê 6 kes hatine kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê SNN, Alîkarê Qeymeqamê navçeya Şehriyarê Elî Rehîmî li ser mijarê agahî da.

Elî Rehîmî, ragihand ku di êrîşa li ser devereke niştecihbûnê ya li navçeya Şehriyarê de, ji wan 3 zarok in, bi giştî 6 kes hatine kuştin.

Elî Rehîmî destnîşan kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li nav kavilan didomin.

Katz: Me derbeyên tund li kompleksa petrokîmyayî ya Îranê xist

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, Îro bi daxuyaniyekê kuştina Serokê Îstîxbarata Supaya Pasdarên Îranê Mecîd Xadimî, ragihand.

Yisrael Katz soz da ku ew ê serokên Îranê "yek bi yek" bişopînin û hedef bigrin.

Yisrael Katz destnîşan kir ku Mecîd Xadimî, yek ji wan kesan e ku rasterast berpirsiyarê tawanên şer e û yek ji sê serokên payebilind ên rêxistinê ye.

Her wiha Wezîrê Parestinê yê Îsraîlê got ku, Îsraîl di nava saetên dawî de, mezintirîn kompleksa petrokîmyayî ya Îranê li Asaluyeh bombebaran kir û tekez kir ku ew ê li ser wêrankirina binesaziya neteweyî ya Îranê berdewam bin.

Netanyahu: Me fermandarê hêzên Qudsê yên 840´emîn, Esxer Baqirî jî kuşt 

Di heman çarçoveyê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku ji bilî Serokê Ajansa Îstîxbaratê ya Supaya Pasdarên Îranê Mecîd Xadimî, Fermandarê Hêzên Qudsê yên 840´emîn ên Supaya Pasdarên Îranê Esxer Baqirî jî hat kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku Esxer Beqirî yek ji kesayetên payebilind ên rejîma Îranê bû, ku di kuştina welatiyên wan de beşdar bû.

Rojnameya Times of Israel ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke leşkerî, ragihand ku navê Esxer Baqirî yê rastîn Yezdan Mîr e, ku wekî Serdar Beqirî tê zanîn.

Îranê kuştina berpirsê îstîxbarata Supaya Pasdaran Mecîd Xadimî piştrast kir

Ajansa Nûşeya a Îranê Tesnîm, kuştina berpirsê Rêxistina Îstîxbarata Supaya Pasdaran Mecîd Xadimî piştrast kir.

Her wiha nehat zanîn ku Mecîd Xadimî li kîjan herêma Îranê bûye hedefa êrîşan.

Lê Supaya Pasdaran da zanîn ku Mecîd Xadimî nêzî 50`î salan di warê îstixbarat û ewlekariyê de, ji bo Îranê xizmet kiriye.

 HRANA: Li Îranê herî kêm 3 hezar û 546 kes hatine kuştin

 Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê HRANA'yê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji destpêka şer û heta niha ve 3 hezar û 546 kes li Îranê hatine kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye