Li gorî peyamnêrê Ajansa Nûçeyan a Tasnim, Wezîrê Tenduristiyê û Perwerdehiya Bijîşkî Mihemed Riza Zeferqendî, di civîna duh ya encûmana Wezîran de, bersiva pirseke rojnamevanan da û got:
"Em niha bi lûtkeya nexweşiya grîbê re rû bi rû ne û di vî warî de talîmatên cûrbecûr hatine dayîn.
Dabeşkirina pereyan ji bo dermanan berdewam e û di veguheztina pereyan de hin pirsgirêk bi me re derketin, û niha em li pey wan in."
Mihemed Riza Zeferqendî li ser cureya berbelav a grîbê axaftina xwe domand û got:
"Ev virusê ku mutasyonek genetîkî ya nû derbas kiriye û bi navê cureya K li çaraliyê cîhanê belav dibe."
Zeferqendî diyar kir ku ev nexweşî dikare bi tedbîrên tenduristiyê, pêşîlêgirtin û lênêrîna pêşniyarkirî were kêmkirin û wiha anî ziman:
"Me nexweşxane di rewşa hişyariyê de ragihandine û înşalah em ê di du hefteyên pêş de bi başbûna rewşa hewayê re bikaribin vê lûtkeyê derbas bikin.
Lê di du hefteyên pêş de, em ê bi vê pirsgirêkê re rû bi rû bin."
Wezîrê Tenduristiyê û Perwerdehiya Bijîşkî Mihemed Riza Zeferqendî axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Em rojane rêjeya enfeksiyonê û pirsgirêkên ku ji ber nexweşiyên respirasyonê çêdibin, lêkolîn dikin.
Niha hejmara nexweş û kesên ku li nexweşxaneyê hatine razandin ji sala borî wekî di vê demê de, ne cuda ye.
Hejmara herî zêde ya enfeksiyonan di nav zarokên 5 heta 14 salî de ye."