Mezlûm Ebdî û Tom Barrack entegrasyona QSD'ê nîqaş kirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, duh pabendbûna xwe ya entegrekirina QSD'ê di nav dewleta Sûriyeyê de ragihand.

reset font size increase font size

Mezlûm Ebdî diyar kir ku di pêwendiyeke telefonî yê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyeyê Tom Barrack de, pabendbûna xwe ji bo lezandina entegrebûna QSD'ê ya di nav dewleta Sûriyeyê de nîqaş kirine.

Her wiha Ebdî daxuyaniya tevlîbûna Sûriyeyê ya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî erênî nirxand.

Ev gav jî, weke xurtkirina hewildanên hevbeş ku têkbirina mayînde ya DAIŞ'ê û jiholêrakirina gefên wê yên li ser herêmê armanc dikin, bi nav kir.

Li aliyekî din jî, Wezareta Derve ya Sûriyeyê duh ragihand ku Esed el-Şeybanî bi hevpîşeyên xwe yên Amerîkî û Tirk re civiyaye û bi wan re li hev kiriye ku pêkanîna peymana 10'ê Adarê berdewam bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye