Li Sûriyê tenê di rojekê de 10 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR)´ê ragihand ku li cih û deverên cuda yên Sûriyê di 1´ê cotmehê de 10 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derbarê hûrguliyên kuştina van 10 kesan de SOHR´ê ev agahî dan:

“Li gundewarê Derayê, endamekî Ewlekariya Giştî, bi guleyeke şaş ku ji çeka wî derket jiyana xwe ji dest da.

3 bira li gundewarê Hemayê, 2 kesên din li Helebê û li Tertûsê jî ciwanekî Elewî ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

Di encama teqîna mayînekê de li nêzî dibistanekê li herêma Cûsiyê ya gundewarê Qisêr, li ser sînorê Sûriye-Libnanê, sivîlek hat kuştin.

2 ciwanên Xiristiyan jî, ji aliyê çar çekdarên nenaskirî ve li gundê Anaz li gundewarê rojavayê Humsê hatin kuştin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye