Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş piştî qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku di Desteya Giştî ya Meclisê de bi 467 dengan hat qebûlkirin, li meclisê daxuyanî da.
Numan Kurtulmuş ji bo derbasbûna qanûna çarçoveyî, spasiya hemû komên partiyên siyasî kir û wiha got:
"Par bi xebatên komîsyonê me li derî da û niha jî bi vê qanûnê derî vebû.
Niha li pêşiya Tirkiyê ne tenê qebûlkirina qanûnê, piştî ku rêxistina terorê çekan radest bikin, em ê serdemeke nû ava bikin.
Vîna siyasî ya Serokkomarê me ji bo pêşketina vê pêvajoyê bandor kir.
Ev pêvajo di heman demê de modela Tirkiyê ye.
Ew serkeftin a hemû Tirkiyê ye."
Numan Kurtulmuş li ser pirsa rojnamegeran bi lêv kir ku lihevkirina qanûnê nîşan dide ku bi qasî partiyên siyasî piştgiriya civakî jî ji pêvajoyê re heye û got:
"Heke gel piştgirî nedana partiyên siyasî, ew qas xwedî dernediket. Serkeftineke dîrokî ye."
Meclis, îro piştî bidawîbûna civîna Desteya Giştî heta 1’ê cotmehê, ket betlaneyê.
Dem Partî: Em ê aştiyê misoger bikin
DEM Partiyê jî piştî erêkirina qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da.
DEM Partiyê di daxuyaniyê de spasiya hemû partiyên siyasî kir û ev peyam da:
"Ji bo Tirkiyê û gelên herêmê, barê me yê Aştî û Civaka Demokratîk girantir bû.
Em ê di wê ferqê de bin û têkoşîna xwe bidomînin.
Em ê aştî, demokrasî û wekheviyê li ser vê axê misoger bikin."
Ekrem Îmamoglu: Ez piştgiriyê didim piryara birêz Ozgur Ozel
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, ku niha li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye, di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de der barê 'qanûna çarçoveyî' de daxuyanî da.
Îmamoglu diyar kir ku ew piştgiriyê dide biryara Ozgur Ozel û got:
"Ez daxwazên yekîtî û aştiyane yên ku ji hêla Birêz Selahattîn Demîrtaş ve hatine anîn, biqîmet dibînim.
Ez baweriya xwe bi rêya siyasî ya nû, têkoşîna mezin
û pêşengiya xwe ku vekiriye bi Serokê me, Birêz Ozgur Ozel tînim.
Ez ji dil û can piştgiriyê didim biryardariya wî ya bilind ku wî bi hemû hişyariyên xwe nîşan daye.
Ez piştgiriyê didim biryara ku wî îro da."
Partiya Welatparêzên Kurdistanê: Qanûn dewama tinehesibandina Kurdan e
Li gel nêrînên partiyan, Partiya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) jî der barê qanûna çarçoveyî de nêrînên xwe parve kirin.
PWK’ê ku qanûna çarçoveyî wek dewama tinehesibandina gelê Kurd Pênase kir û ev tişt anî ziman:
''Di vê 'qanûna çarçoveyî' de, rê li ber hevokeke bi tenê jî nayê girtin ku der barê maf û azadiyên Kurdan, maf û azadiyên demokratîk ên mîna azadiya raman, rêxistinbûn û îfadeyê yên li Tirkiyê û azadkirina girtiyên siyasî yên bê merc de be.
Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ber bi 'pirsa terorê' ve tê daxistin
û daxwazên mafan ên der barê Kurdan de bi vê qanûnê re wekî çavkaniya terorê ya potansiyel tên dîtin.
Di bin navê berdana bi merc de jî şûrê demokles li ser serê mirovan tê hejandin.''
Berdevkê AKP`ê Omer Çelîk: Duh rojeke dîrokî bû
Herî dawî Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk, derbarê qanûna çarçoveyê ya ku bi 467 dengên "erê" di Meclisê de derbas bû daxuyaniyek da û got: "Duh rojeke dîrokî bû. Ji aliyê rojeva Tirkiyeya Bêteror ve Meclisa Bilind ev zemînê hiqûqî ku rê li ber çekdanîna PKK/KCK’ê vedike û zemînê vê çêdike, ava kir. Meşandina pêvajoyeke zelal a bêyî çavê sêyemîn ji bo Tirkiyeyê bi nirxe. Ev wekî rêbazekê modela Tirkiyê ye."