SOHR`ê derbarê hûrguliyên kuştina van 9 kesan de ev agahî dan:
“Li gundewarên Şamê, Humsê û bajarê Qamîşlo 3 ciwan ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.
Endamekî tîmeke endezyariyê li Dêrazorê ji bo bêbandorkirina mayînan dixebitî hat kuştin.
Sê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Asayîşê li kampa Holê li gundewarên Hesekê piştî ku endamekî wan gule li hevalên xwe reşand, hatin kuştin.
Li Dêrazorê ji ber nakokiyek malbatî, zilamekî kurê xwe yê biçûk kuşt.
Zilamên çekdar ên ku xwe wekî endamên Lîwaya Mertala Peravê bi nav dikirin, ciwanekî Elewî, li gundewarên rojavayê Hemayê bû, kuştin.”