Artêşa Îsraîlê careke din derbasî gunewarê Rojhilat ên Quneytîrayê bû

Li başûrê Sûriyê liv û tevgera hêzên Îsraîlê berdewam dike. Artêşa Îsraîlê careke din derbasî gunewarê Ebû Mezara, Semdaniya û bajarokê Xan Erneba yên Rojhilat ên Quneytîrayê bû, di encamê de 4 ciwan girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan hat diyarkir ku dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ku ji 3 erebeyan pêk dihat, ket gundê Ebû Mezara yê nêzî bajarokê Seyda Colanê, piştre vegeriya baregeha xwe.

Di heman demê de hate ragihandin ku dewriyekeke din ku ji 2 wesayîtan pêk dihat, ket gundê Semdaniya Rojhilat û bendeke demkî li nêzî dibistanekê danî.

Piştî demeke kurt jî vekişiya.

Her wiha artêşa Îsraîlê duh êvarî jî ketibû bajarokê Xan Erneba û ji malbatekê 4 kes girtin.

Navê kesên ku hatine girtin wiha ye: “Mihemed Mehmûd El Seyîd, Elî El Seyîd, Kînan El Seyîd û Mehmûd Ednan El Seyîd.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye