"Idîayên ku Îsraîlê li Sûriyê li hêzên Tirkiyê daye bê bingeh in"

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê, derbarê nûçeyên ku Îsraîlê li Sûriyê li hebûna Hêzên Çekdar ên Tirkiyê daye derewand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezaretê da zanîn ku êrişên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyê û Qeterê, li dijî hiqûqa navneteweyî ne û êrişeke eşkere ya li ser serweriya her du welatan in û got:

"Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hemû çalakiyên xwe yên li Sûriyê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û mafê xweparastina rewa de didomînin.

Ji ber wê jî, îdiayên ku dibêjin Îsraîlê li Sûriyê li hebûna Hêzên Çekdar ên Tirkiyê daye, bê bingeh in û rastiyê nîşan nadin."

Wezaretê eşkere kir ku ew bi Sûriyê re, di nav hevahengiyê de xebatên xwe didomînin.

Wezareta Parastinê di dawiyê de got: "Tirkiye di vî warî de ji bo domandina hevkariya xwe ya nêzîk bi hikûmeta Sûriyê re û piştgirîkirina prensîba ‘Yek dewlet, yek artêş’ bi biryar e."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24