Li Rojhilata Kurdistanê û Îranê 1695 kes hatin darvekirin

Li Rojhilata Kurdistanê û Îranê di salekê de, hezar û 695 kes hatin darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çalakiyên Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê’ ku li 52 girtîgehên Îranê dane destpêkirin, di hefeteya xwe ya 89’an de, berdewam dike.

Kampanyayê eşkere kir ku ji 1’ê cotmeha 2024’an û heta niha, hezar û 695 kes hatine darvekirin.

Her wiha kampanyayê da xuyakirin ku rêjîma Îranê cezayên darvekirinê weke amûra zext û tirsê li ser welatiyan bi kar tîne û divê her kesekî xwedî wîjdan li dijî vê pêkanînê dengê xwe bilind bikin.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di dawiya sala 2024’an de,113 welatan cezayê mirinê bi temamî rakir, 145 welatan jî cezayê darvekirinê rawestand.

Her wiha kampanyayê bi boneya cejina Mamostayan nivîskar Samed Behrengî û mamoste Ferzad Kemanger ên hatin darvekirin, bi bîr anî.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24