SOHR: Qesra serokatiyê ya Sûryayê nehişt eşîrên Ereb û Durzî li hev bikin

Saziyeke mafê mirovan eşkere kir ku Qesra Serokatiyê ya Sûriyeyê nehiştiye lihevkirin di navbera eşîrên Dera û yên derdora Siweydayê bi rêberê Durizyan re çêbibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê `SOHR` eşkere kir ku rûspiyên eşîrên Derayê ji bo ku şerê li Siweydayê rawestînin, bi Şêx Hikmet El Hecerî û fermandarên leşkerî yên Siweydayê re danûstandin kirin.

 
`SOHR` da zanîn ku piştî danûstandinan, rêveberên Siweydayê ev pêşniyar qebûl kirin û gotin ku ew ê weke niyeta baş girtiyên li ba xwe berdin.

Lê piştî ku ev destpêşxerî gihişt Qesra Serokatiyê li Şamê, ji hêla rayedarên Qesrê ve nehat qebûlkirin û ew weke binkeftinekê ji xwe re hesab kir.

Li gor wê saziya mafê miorvan, rayedarên Şamê ev destpêşxerî qebûl nekirin, ji ber ku ev yek tê wateya binketin û şikestina hikûmeta demikî ya Sûriyeyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye