Bi boneya 8'ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, Federasyona Rêxistin û Dezgehên Mafên Mirovan a Sûriyê, hejmareke rêxistin û dezgehên mafên mirovan û civaka sivîl a Sûriyê peyameke hevbeş dan.
Rêxistinan di peyama xwe de wiha got:
"Em hevgirtina xwe bi jinên Sûriyê re, di têkoşîna wan a ji bo bidestxistina tevahî mafên wan, jiholêrakirina hemû cûreyên cudakarî û tundiyê de nîşan didin.
Di pêvajoya şer û aloziya Sûriyê de herî zêde jinan zirar dît.
Li hemberî jinan binpêkirinên mezin wekî kuştin, revandin, girtin, êşkencekirin û koçberkirina bi darê zorê hatin kirin.
Jinên Sûriyeyî di salên aloziyê de barên herî mezin rakirin û li hemberî xizanî, koçberî û bêaramiyê têkoşiyan."
'Divê hilbijartin li Sûriyê di çarçoveyeke siyasî ya demokratîk de bên lidarxistin'
Di dewama peyamê de hat gotin:
"Ji bo pêşxistina aştî û çareseriya siyasî, divê komîteyek ji tevahî pêkhateyên siyasî û civakî yên Sûriyê were avakirin, da ku destûrke nû ji welat re bê nivîsandin.
Divê hilbijartinên parlamento û yên serokatiyê di çarçoveyeke siyasî ya demokratîk de, bên lidar xistin.
Divê çanda hemwelatîbûnê, efû û aştiya civakî di nav Sûriyan de were belavkirin.
Çarenûsa dîlgirtiyan û kesên winda divê were eşkerekirin."
'Divê beşdarbûna jinan di jiyana giştî û siyasî de were xurtkirin'
Rêxistinan di dawiya peyama xwe de wiha gotin:
"Divê qanûnên Sûriyê li gorî peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên jinan de werin nûkirin.
Divê di destûra bingehîn a Sûriyê de bendek hebe ku jiholêrakirina cudakariya li dijî jinan destnîşan bike.
Her wiha divê zagonên tundiyê, li dijî tundiya malbatî û civakî werin derxistin.
Beşdarbûna jinan di jiyana giştî û siyasî de were xurtkirin.
Piştgiriya jinan di warê perwerde û fêrkirinê de were kirin û kar ji jinan re were peydakirin."