Li Libnanê di armanckirina nexweşxaneyekê de 17 kes birîndar bûn

Îsraîlê di berdewamiya êrîşên xwe de, çend bajarokên din ên başûrê Libnanê di nav de nexweşxaneyek jî armanc kir û di encamê de 17 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê di seatên dawî de weke her demê berdewam kir.

Di serê vê sibehê de, artêşa Îsraîlê êrîşên hewayî li ser bajarokê başûrê Libnanê Cebşît û Nebetiyê pêk anî.

Li gorî agahiyan, artêşê her wiha êrîşên xwe berfireh kirin, da ku çend deverên li başûr û Bîqa’ê li rojhilatê welêt jî bigire nava xwe.

Di nava êrîşên xwe de, Îsraîlê nexweşxaneya Hîramê ya li bajarokê Sorê jî armanc kir.

Di emcamê armanckirina vê nexweşxaneyê de, kesek hat kuştin û 17 birîndar bûn ku 10 kes endamên tîmên tendusristiyê bûn.

Li hin bajarokên din yên başûrê Libnanê jî, mîna Terdeba û Abasiya, êrîş pêk hatin û hat zanîn ku kuştî û birîndar hene.

Ji aliyê xwe ve jî, Hizbullahê diyar kir ku hêzên wan erebe û tankên Îsraîlî li çend deverên sînorî armanc kirin.

Bîlançoya qurbanên Şerê Libnanê: 3711 kuştî û 11483 birîndar

Di heman çarçoveyê de, Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê da zanîn ku hejmara qurbanên şer ji destpêka êrîşan û heta niha ve, gihîştiye 3 hezar û 711 kuştiyan.

Her wiha 11 hezar û 483 kes jî birîndar bûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye