Piştî hilweşîna rêjîma Baasê, gelek dergehên Sînorî ku bi salan e girtî bûn, hatin vekirin.
Yek ji wan jî niha amedekariyên vekirina wî dikin, deriyê Nisêbînê ye.
Ev dergeh di navbera Sûrî û Tirkiyê de ye.
Ya rastir deriyê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye.
Dergeha Nisêbînê yek ji her 11 dergehên Sûrî û Tirkiyê ye.
Dergeha navborî dergeheke girîng a bazirganiyê di navbera her du welatan de ye.
Li rex vê, ew xala nêzîk e ku Hesekê bi Tirkiyê ve girê dide.
Ew xala herî kurt û nêzîk a ji bo kelûpelan e ku digihîjin Îraqê.
Ew di tevgera bazirganî û mirovan de ya di navbera Sûriye û Tirkiyê de jî roleke girîng dilîze.
Dergeha Nisêbînê bazirganiyê hêsan dike û têkiliyên di navbera her du welatan de xurt dike.
Ev dergeh ji ber rola xwe ya girîng, dsetekê dide aboriya herêmê.
Di destpêka buhara gelan a sala 2011'an de, desthilata Baasê deriyê Nîsêbînê li gel lihevkirineke bi Tirkiyê re girt.
Hefteya bê wê deriyê Nisêbînê were vekirin
Îro, piştî 14 salan ji girtina dergeha Nisêbînê, wê careke din bê vekirin.
ANHA'yê diyar kir ku deriyê Nisêbînê yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, hefteya bê dê were vekirin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku amadekarî ji bo vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê ji aliyê Sûriye û Tirkiyê ve nehatine rawestandin.
Ji erkdarkirina karkeran bigire heta sazkirina kamerayên çavdêriyê, di nava du rojên borî de, her tişt berdewam bû.
Dibe ku hefteya bê, tevgera bazirganiyê li dergeha Nisêbînê vegere.