Li Hesekê Asayîşê civîneke berfireh li dar xist

Asayîşa Parêzgeha Hesekê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî, civînek berfireh li dar xist. Fermadarê QSD'ê Mazlûm Ebdî jî amade bû. Di civînê de mijarên entegrasyon û derbasbûna ji bo pêvajoya nû ya karê saziyan hatin nîqaşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Parêzgeha Hesekê, bi armanca nirxandina rewşa niha ya herêmê û dosyaya entegrasyonê, civîneke berfireh li bajarê Hesekê li dar xist.

 

Fermandariyê, derbarê civînê de agahî li ser malpera xwe parve kir.

 

Civîn, bi beşdariya tevahî efserên Hêzên Asayîşê yên parêzgehê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî pêk hat.

 

Dosyaya entegrasyona bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re û derbasbûna ji bo pêvajoya nû ya karê saziyan û şirovekirina rewşa heyî li herêmê, hatin nîqaşkirin.

 

Di civînê de, gelek xalên sereke hatin zelalkirin ji bo karê efseran di dema pêş de û çawaniya karê wan ji bo xizmeta berjewendiyên giştî di dema veguhastina nû, bi awayekî ku ewlehî û aramiya herêmê misoger bike.

 

Di dawiyê de, ev yek jî hat piştrastkirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Asayîş, wê ji bo berjewendiyên giştî û parastina ewlehiyê li seranserî parêzgeha Hesekê, di karên xwe de berdewam bin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye