Artêşa Îsraîlê êrîşî Beyrûtê kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ragihand ku wî ferman daye hêzên Artêşê da ku navçeyên zêdetir li başûrê Libnanê kontrol bikin. Netanyahu, soz da ku êrîş heta bidestxistina armancên Îsraîlê dê bi hemû hêza xwe berdewam bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Vê sibê Artêşa Îsraîlê bi mûşekekê êrîşî ser navçeya Dahiya ya Beyrûtê kir.

 

Ev devera ku hatiye armanckirin, wek cihê herî stratejîk ê Hizbullahê tê naskirin.

 

Beriya êrîşê, Artêşa Îsraîlê hişyarî da xelkê deverê ku ji wir derkevin ji ber ku ew ê bibe armanca êrîşên wan.

 

 

 

Netanyahu biryar da şer berfirehtir bike

 

 

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, li ser êrîşên li başûrê Libnanê daxuyaniyeke vîdeoyî belav kir.

 

Netanyahu, diyar kir ku wan ferman daye artêşê, da ku devera li başûrê Libnanê wekî "herêma ewlehiyê" fireh bikin.

 

Netanyahu, di berdewamiya axaftina xwe de got:

 

"Îsraîl biryardar e ku rewşê ji binî ve biguherîne."

 

Benjamin Netanyahu, bal kişand ser serkeftinên wan ên li dijî Îranê û îdea kir ku êdî Îran û Hizbullah wekî berê ne bihêz in.

 

Her wiha got ku hêzên îsraîlî dê heta bicihkirina hedefên xwe, operasyonên xwe yên li Libnanê bidomînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye