Ev demeke agirbesta li Xezeyê ketiye rojevê û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump jî, ji bo rawestandina şer planek amade kiriye.
Donald Trump, berî çend rojan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal, ragihand ku peymanek ji bo Îsraîl û Xezeyê ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn, hatiye îmzekirin.
Trump serkêşiya pêvajoya nû ya li Xezeyê dike
Trump destnîşan kir ku ev peyman ji aliyê DYA’yê, Îsraîlê û welatên mezin û bihêz ên herêmê ve hatiye îmzekirin û got ku peyman jiyana hemû çekdarên Hemasê yên mayî diparêze.
Trump, ji Hemasê re heta êvara yekşemê, dem danî û got: "Tundî û xwînrijandin wê bi dawî bibe.
Divê hemû dîl, bi carekê werin berdan û termên miriyan jî bi temamî werin radestkirin.
Heke ev peyman neyê bicihkirin, wê li dijî Hemasê êrîşeke dijwar dest pê bike."
Hemas pêşinyara Trump pejirand
Ji aliyê xwe ve, Hemasê şeva derbasbûyî ragihand ku piştî şêwirên navxweyî yên bi aliyên Filistînî û hinek navbeynkarên herêmî û navneteweyî re, bersiva xwe ya fermî ji bo plana Donald Trump a rawestandina şerê li Xezeyê pêşkêşî navbeynkaran kiriye.
Hemasê diyar kir ku ew li ser pêşinyara Trump, razî bûye ku hemû girtiyên sax ên Îsraîlî werin berdan û termên miriyan werin radestkirin.
Hemasê di daxuyaniya xwe de, got ku ew amade ye rêveberiya Xezeyê bide desteyeke teknokratên serbixwe ya Filistînî.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku mijarên din ên têkildarî siberoja Xezeyê û mafên gelê Filistînê, wê li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar werin gotûbêjkirin.
Netanyahu ferman da artêşê ku şer li Xezeyê rawestîne
Piştî banga Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo agirbesteke bi lez, Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu Îro biryar da ku Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe li Xezeyê rawestîne.
Di heman çarçoveyê de, malpera Axios a Amerîkî ragihand ku Artêşa Îsraîlê wê tenê li Xezeyê derbasî operasyonên parastinê bibe û wê dagirkirina Xezeyê rawestîne.
Ji aliyê xwe ve, nivîsgeha Netanyahu diyar kir ku piştî bersiva Hemasê ya li ser planê, Îsraîl ji bo qonaxa yekem a plana Trump a Xezeyê ku bi carekê hamû dîlgirtî werin berdan, amadekariyan dike.