Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro di encama operasyoneke taybet de ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve, bi hevjîna xwe re hatin girtin û birin New Yorkê.
Piştî vê operasyonê, gelek mijar ketin rojeva cihanê.
Têkiliyên di navbera Venezuela û Tirkiyê de
Bi taybet jî tekiliyên Maduro yên bi Erdogan re tên nîqaşkirin.
Tevî erdnîgariya dûr jî, têkiliyên nêzîk ên ku Tirkiyê bi Venezuelayê re, nemaze di salên dawî de ava kirine, careke din bûne mijara nîqaşê.
Têkiliyên di navbera Venezuela û Tirkiyê de di sala 2018'an de bi bazirganiya zêr bala xelkê kişand.
Daxuyaniyên hişyar ên saziyên fermî yên Tirkiyê û her wiha têkiliyên nêzîk ên berê, tiştên ku di van salên dawî de di navbera Enqere û Karakasê de qewimîn, careke din anîn bîra mirovan.
Aliyê herî berbiçav ê vê nêzîkbûnê têkiliyên di navbera serokên herdu welatan de, Erdogan û Maduro de bûn.
Tirkiyê yek ji wan çend welatan bû ku di demekê de ku Rojava ji meşrûiyeta rêveberiya Maduro guman dikir, têkiliyên asta bilind bi Karakas re domand.
Erdogan ji Maduro re: Xwe ragire, em bi te re ne
Di vê navberê de, têkiliya nêzîk a di navbera Erdogan û Maduro de bi peywendiyeke telefonê ku muxalefetê ji nû ve anî rojevê, vê dawiyê dîsa derketiye pêş.
Di hevdîtinê de Erdogan diyar kir ku Tirkiye li dijî destwerdanên derve û ferzkirina guhertina desthilatdariyê li Venezuelayê ye.
Di 24ê Çileya 2019an de, serokê muxalefeta Venezuelayê Juan Guaido xwe wekî "serokkomarê demkî" îlan kir.
Piştî vê hin welatên rojavayî, tevî DYA, ev pêngav nas kirin, Erdogan jî telefonî Maduro kir da ku piştgiriya xwe pêşkêş bike.
Erdogan bi gotina "Birayê min Maduro, tîk bisekine, em bi te re ne" nêrîna Tirkiyê ya li ser rêveberiya Maduro wekî muxatabekî rewa anî ziman.
Aliyê herî nakok ê têkiliyê bi bazirganiya zêr derket holê
Venezuela, ku gihîştina wê ji bo sîstema bankayî ya navneteweyî ji ber ambargoyên darayî sînordar e, kariye rezervên xwe yên zêr wekî amûrek aborî bi kar bîne, ev yek jî Tirkiyê di vê pêvajoyê de dike xalek bazirganiyê ya girîng.
Hawirdekirina zêr ji Venezuelayê bo Tirkiyê, bi taybetî di medyaya Amerîkayê û Rojavayî de, bal kişand.
Her çend di salên dawî de para zêr di bazirganiya dualî de kêm bûbe jî, Enqere û Karakas di sala 2024an de ji bo projeyên maden û hilberîna zêr peymanên hevkariyê yên nû îmze kirin.
Veguhestina Kokaînê ji Amerîkaya latîn ji bo Tirkiyê
Mijareke din ku di têkiliyên di navbera Tirkiye û Venezuelayê de bû sedema nakokiyan, îdiayên Sedat Peker bûn.
Peker di yek ji vîdyoyên ku wî di sala 2021an de çêkiriye de îdia kiriye ku keştîyên Erkan Yildirim, kurê Cîgirê Serokê AKPê Bînalî Yildirim, ji bo veguhestina kokainê ji Amerîkaya Latîn bo Tirkiyê hatine bikar anîn.
Ji bo Maduro sirgûniya li Tirkiyê hatiye pêşniyar kirin
Di vê navberê de, ji ber ku di mehên dawî de zextên li ser Maduro zêde bûne, hin nûçeyên ji çavkaniyên Amerîkî, ji raya giştî re hatine weşandin.
Di van nuçeyan de senaryoyên têkildarî şandina Maduro ji bo Tirkiyê jî derketin pêş.
Çavkaniyên Amerîkî gotine ku heke Maduro biryar bide ku ji welêt derkeve, Tirkiye wekî penabera herî xurt tê hesibandin.
Sedemên ku hatine dayîn jî baweriya Maduro ya bi Erdogan û têkiliya nêzîk a Tirkiyê bi Amerîkayê re bûn e.
Trump di dawiya Kanûnê de hişyarî daye Maduro ku dev ji desthilatdariyê berde û biçe Tirkiyê.