Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, hêzên artêşa Îsraîlê zeviyên çandiniyê yên nêzî gundê El Semdaniyê El Xerbiyê yê li gundewarê Quneytirayê topbaran kirin. Di encama vê topbaranê de ku îro pêk hat, zirar gihîşt mal û milkên gundiyan û hejmarek ji pezên wan mirar bûn.
Her wiha çavkaniyên xwecihî ragihandin ku duh (5'ê Îlonê) hêzên Îsraîlê destpêkê bombeyên ronîkirinê avêtine ser ezmanê bajarokê El Refîd ê li başûrê gundewarê Quneytirayê. Piştî vê çalakiyê, derdora bajarok bi 7 obîsan hatiye hedefgirtin.
Li dû topbaranê, dewriyeyeke leşkerî ya Îsraîlê derbasî nav bajarokê El Refîd bûye û li wir dest bi operasyoneke lêgerînê ketiye. Heya niha derbarê encamên tam ên vê êrişê û tevgera paşerojê ya hêzên Îsraîlê de ti agahiyên berfireh nehatine parvekirin.