Di nava şerê berdewam ê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê ragihand ku, ew ji hêla çekdarên Îraqî ve rastî êrîşekê hatiye.
Li gorî AFP'ê, berdevkê balyozxaneyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, milîsên Îraqî yên dilsozê Îranê ne duh êvarê du êrîş li ser saziyên dîplomatîk ên Amerîkayê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de het gotin ku, ew êrîş ji bo ku dîplomatên Amerîkî bikujin pêk hat.
Mesrûr Barzanî êrîşên li ser balyozxaneya giştî ya Amerîkayê şermezar kir
Ji aliyê xwe ve jî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrîşên li ser Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê û deverên sivîl ên li Hewlêrê şermezar kir.
Ev yek jî piştî ku parêzgeha Hewlêrê bi şev rastî çend êrîşan hat, ku Balyozxaneya Amerîkî û deverên sivîlan jî di nav de bû.
Her wiha komeke çekdar ku navê “Berxwedana Îslamî li Îraqê” li xwe dike, ragihand ku wê di 24 saetên dawiyê de, 19 êrîş bi dronan li dijî baragehên Amerîkî yên li Îraq û herêmê pêk anîne.
Ji destpêka şerê li herêmê ve, çend baregehên Hêzên Heşda Şebî, ku beşek ji hêzên Îraqî ne, rastî êrîşên hêzên Amerîkî hatine.
Her wiha baregehên dîplomatîk û leşkerî yên Amerîkî jî ji aliyê komên çekdar ên dilsozê Îranê ve, bi mûşek û dronan hatine hedefgirtin.