Lêpirsîna AHBAP'ê: 10 kes hatin birin ji bo dadgehê

Di lêpirsîna li ser Komeleya AHBAP’ê de pêşveçûneke nû çêbû. Piştî binçavkirinê, di nav de damezirînerê Babala TV Oguzhan Ugur, 10 gumanbar hatin birin ji bo dadgehê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin, 10 kesên ku bi îdiaya veguhestina alîkariyên ji bo Komeleya AHBAP’ê bo hesabên xwe yên kesane hatibûn desteserkirin, hatin birin ji bo Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê.

Oguzhan Ugur di îfadeya xwe ya li cem polîsan de diyar kir ku ti têkiliya wî bi Komeleya AHBAP’ê re tune ye.

Ew tenê Haluk Levent nas dike û der barê bikaranîna şaş a alîkariyan de ti agahî yan gumaneke wî tune ye.

Beriya niha di çarçoveya heman lêpirisînê de 25 kes hatibûn binçavkirin û ji wan tevî Haluk Levent, 14 kes hatin girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye