Însyatîfa destûrîkirin û fermîkirina Zimanê Kurdî li Qamişloyê hat avakirin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo fermîkirina zimanê Kurdî li Sûriyê, Însyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li bajarê Qamişloyê hat avakirin. Rêvebera Însyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyê Dîlber Umer got, ku plana wan a destpêkê ew e, dest bi komkirina îmzeyan ji bo Zimanê Kurdî bikin.