Li Rojavayê Kurdistanê li Kampa Newroz û Waşûkanî malbatên koçber ên Serê Kaniyê ji bo vegerê amadekariyên xwe dikin.
Karwanê 6'emîn ji 600 malbatan pêk tê û ev malbat ji zêdeyî 50 gundên gundewarên Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê ne.
Di 5 karwanan de 2500 malbatên koçber ên Serê Kaniyê vegeriyan
Li ser asta 5 karwanan, heta niha zêdeyî 2 hezar û 500 malbatên koçber vegeriyane malên xwe.
Ev karwan di çarçoveya pêvajoya vegera koçberên Serê Kaniyê bo cih û warên xwe de bi rê dikeve.