KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike

KCK'ê da xuyakirin ku serketina "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" wê hem armancên komployê têk bibe, hem jî Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike. KCK`ê bang li hêzên komploger dike ku dest ji vî karî berdin û piştgiriyê bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK'ê di salvegera 27'emîn a Komploya Navneteweyî ya 9'ê cotmehê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, KCK’ê anî ziman: "Komplo di şexsê Rêber Apo de, li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me hate kirin."

KCK’ê komploya 9'ê cotmehê weke operasyoneke navneteweyî bi nav kir û bi tundî ev yek şermezar kir.

 

KCK: Armancên bingehîn ên komployê derxistina şerê Kurd û Tirkan e

 

Rêber Apo ji bo pêşî li kûrbûna şer bigire û rê li ber çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd veke, ji Sûriyê derket û çû Ewropayê.

Lewra Rêber Apo berê xwe neda çiyê û çû Ewropayê. Lê belê bi komployê bersiv ji vê armanca Rêber Apo re hate dayin.

Koma Civakên Kurdistanê dibêje Gelek hêz tevlî nava komploya navneteweyî bûn, ku her yek ji wan xwedî berjewendiyeke cuda bûn. 

Lê belê yek ji armancên bingehîn ên komploya navneteweyî, derxistina şerê navbera Kurd û Tirkan bû.

Hêzên navneteweyî xwestin li Rojhilata Navîn şerekî di navbera Kurd û Tirkan de, bidin destpêkirin û bi vî rengî, serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn dewam bikin.

 

"Rêber Apo giranî dide sererastkirina têkiliyên kurd û tirkan"

 

Di salvegera komployê de, KCK`ê bang li wan hêzan dike yên ku tevlî vê komployê bûne, da ku dest ji van armancên xwe berdin, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de, bi roleke pozîtîf rabin.

Rêber Apo ku armanca komploya navneteweyî dît, giranî da ser ji nû ve sererastkirina têkiliyên Kurd û Tirkan.

Înkar ji holê rakir û li şûna cihêkariyê jiyana li welatekî hevpar a di nava yekîtî, wekhevî û demokratîk de destnîşan kir.

Li gel tecrîd, êşkence û sîstema qirkirinê ya ku 27 salan, di pêvajoya Îmraliyê de lê hate ferzkirin, di vê helwesta xwe de israr kir, ji bo vê têkoşiya.

 

KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encamek têkoşîna Rêber Apo ye

Pêvajoya ku îro bi navê 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' destpê kir, encamek ji vê hewldan û têkoşîna Rêber Apo ye. 

Lewma bi serxistina 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' re wê armancên komploya navneteweyî bên pûçkirin, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn bê pêkanîn. 

KCK`ê ji bo ev pêngava azadiyê bi serkeve, bang li hemû gelên azadîxwaz kir ku hevgirtina xwe hîn bi pêş ve bibin û têkoşîna hevpar mezin bikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24