Careke din li Başûrê Kurdistanê bihaya benzînê bilind bû

Li Başûrê Kurdistanê careke din bihayê benzînê bi şêweyekî berçav bilind bû, ajokar li dijî vê biryarê nerazîbûna xwe anîn ziman.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li parêzgeha Duhokê bihayê lîtreyek benzîna normal gihîşt 1350 dînarî û bihayê lîtreyek benzîna super jî gihîşt 2250 dînarî.

Ev bilindbûna bihayê benzînê, piştî wê çendê tê ku di çend rojên derbasbûyî de hikûmeta Başûrê Kurdistanê çend caran li ser bilindbûna bihayê benzînê civiyabû.

Her çendî hikûmetê biryar dabû ku nabe lîtreyek benzîna normal zêdeyî 850 dînarî û benzîna super jî zêdeyî 1200 dînarî were firotin ji bor ajokaran.

Lê ev biryar ji aliyê xwediyên benzînxaneyan ve hat redkirin, heta ku pişkek ji benzînxaneyan dergehên xwe girtin û nivîsandin ku benzîn li cem wan tune ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye