Xwepêşandanên li Îranê, roja xwe ya 48'emîn derbas kir.
Bi tevahî 676 çalakiyên xwepêşandanan li 210 bajar û 31 parêzgehên Îranî hatine ragihandin.
Ajansa Nûçeyan a HRANA'yê ragihand ku heta dawiya roja 48'emîn a xwepêşandanan, hejmara giştî ya kuştinên piştrastkirî gihîştiye 7,008`an.
Li gorî vê amarê, 6,509 ji kesên hatine kuştin di kategoriya "xwepêşander" de hatine tomarkirin.
Her wiha 214 kes di kategoriya " Leşkerî - Hikûmetê " û 66 jî di kategoriya "Sivîlên ne xwepêşander" de hatine ragihandin.
11,730 doz hîn jî di bin lêpirsînê de ne.
Di heman heyamê de, hejmara birîndarên sivîl gihîştiye 25,845'an.
Bi tevahî 53,344 girtin hatine tomarkirin, ku 139 ji wan bi girtina xwendekaran ve girêdayî ne.
Hejmara îtîrafên bi zorê yên hatine weşandin gihîştiye 351 doz û yên dawetnameyê jî gihîştiye 11,051 doz.
Girtin û zextên ewlehiyê berdewam dikin
Merasîmên oxirkirina cenazeyên xwepêşanderan bûn qadeke nerazîbûna giştî, lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî zextê hatin.
Her wiha hêzên ewlehiyê kamerayên çavdêriyê li dora cihên çalakiyan tamîrkirin û xurtkirin.
Komeleya Hunermendên Fîlm û Şanoyê ya Îranê ragihand ku di hefteyên dawî de çend lîstikvan, hatine girtin.
Navên van lîstikvanan Faiyza Tahirî, Ferhan Ezîzî, Kejal Şahî û Kîmiya Mûsewî ne.
Ji bo piştgiriya serhildanê, li diyasporê jî çalakî hatin lidarxistin.
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyên qurbaniyan hate lidarxistin.
Li Japonyayê, komeke Îranî li ber balyozxaneya Dewleta Îranê kom bûn.
Li Awusturalyayê jî daxwaznameyek ji bo betalkirina naskirina Dewleta Îranê hat pêşkêşkirin.