Babacan: Em ê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (Partiya DEVA) Elî Babacan, di bernameyeke ku li Merdînê beşdar bû de, pirsên rojnamevanan ên li ser pêvajoyê bersivand û got: "Girîng e ku komîsyona ku li meclîsê hatiye avakirin nêrînên Ocalan li ber çavan bigire û binirxîne."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

   Komîsyona ku li meclisa Tirkiyê di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin weke rojeve sereke ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.

Serokê Partiya DEVA Elî Babacan di serdaneke xwe ya li Mêrdînê de vê rojevê nirxand.

Elî Babacan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 1ê Cotmehê de dest pê kiriye yek ji girîngtirîn xalên rojeva Tirkiyeyê ye penase kir.

 

     Babacan pabendbûna xwe ya ji pêvajoyê anî ziman û ev nirxandin kir:

 "Em ê kêmasî û xeletiyên di pêvajoyê de çareser bikin. Her çend îhtîmala serkeftina vê pêvajoyê ji sedî 5 be jî, em ê piştgiriyê bidin wê ji sedî 5."

 

   Babacan ji bo ''Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di parlamentoyê de hatiye damezrandin wiha got:

 ''Komisyona niha ji sedî 90ê nifûsa hilbijêrên Tirkiyeyê vedihewîne û rêxistinên civaka sivîl, pispor, akademîsyen û gelek komên din di pêvajoyê de cih girtine."

 

``Girîng e ku komîsyon nêrînên Ocalan li ber çavan bigire``

 

Serokê Partiya DEVA Elî Babacan piştî daxuyaniyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

 

    Babacan pirsa beşdarbûn û parvekirina nêrînên Rêberê Gelê Kurd di vê komîsyonê de wiha nirxand:

" Ji bo Ocalan pir girîng e ku nêrînên xwe li ser tiştên ku divê di vê qonaxa niha û pêşerojê de bike pêşkêş bike.

   Rêbazên ji bo bidestxistin agahiyan û ragihandina agahiyên Ocalan ji bo raya giştî, yek ji xebatên vê komîsyonê ye û wê komîsyon dê vê yekê jî binirxîne.

Em dibînin ku saziyên dewletê yên têkildar vê mijarê bi berfirehî lêkolîn kirine. Em bawer dikin ku dê pêşniyar li ser hûrguliyên vê pêvajoyê hebin, lê ev hîn di rojeva komîsyonê de nîne.

Girîng e ku nêrînên Ocalan ji aliyê komîsyonê ve bi awayekî werin berçavgirtin û nirxandin. Komîsyon dê form û rêbaza vê yekê binirxîne.``

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24