Ji kampa Holê 239 malbatên Iraqî ku ji 944 kesan pêk tê, ber bi welatê xwe Iraqê ve bi rê ketin.
Kampa Holê li Rojavayê Kurdistanê li gundewarê bajarê Hesekê bi cih dibe. Kampa Holê di cîhanê de cihê herî xeternak tê zanîn. Bi hezaran malbatên DAIŞ’ê tê de hatiye bi cih kirin.
Di çarçoveya proseya hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlehiyê, Komîteya Penaberî û Penaberan a Parlamentoya Iraqê de, komeke nû ya malbatên Iraqê ji kampa Holê derketin.
Her wiha ev koma ku ji kampa Holê derket, ji 239 malbatên Iraqî (944 kes) pêk tê.
Ev kom bi çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve, derbasî sînorê Iraqê bûn.
Bi vegera van malbatan ji welatê wan re gaveke pir girînge, ji ber ku hejmara wan di kampê de pir mezine û xeteriya wan li ser gelê herêmê heye.
Ev xebat beriya niha dest pê kiribû û hîn jî didome.
Malva Misto