KARWANÊ AGIRKUJIYÊ KU RÊVEBERIYA XWESER ŞANDIBÛ PERAVA SÛRIYEYÊ VEGERIYA

Karwanê agirkujiyê ku Rêveberiya Xweser şandibû perava Sûriyeyê piştî ku şewat hate vemirandin, vegeriyan herêmê.

reset font size increase font size

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh danê sibê karwanekî piştgiriyê ku ji 150 xebatkar û 18 wesayîtên agirkujiyê, şandibû herêma peravê.

Şandeyeke hikumeta veguhêz li nêzî bajarê Selemiyê yê gundewarên Hemayê pêşwaziya karwan kir û diyar kir ku şewatên li daristanên peravê hatine vemirandin.

Şandeya hikumetê bi navê wezîrê karên hundir spasiya xebatkarên karwanî kir.

Rêveberiya Xweser roja sêşemê bi daxuyaniyeke helwesta xwe ya alîkariyê raberkir û karwana agirkujiyê şand herêmê.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24