ASAYÎŞÊ GIRTINA 4 ENDAMÊN DAIŞ`Ê LI REQAYÊ RAGIHAND

Li Reqayê 4 endamên DAIŞ'ê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin girtin.

reset font size increase font size


Asayîşê ragihand ku hêzên wan ên taybet çalakiyeke ewlekariyê li gundewarê Reqayê pêk anîn.
 
Di encamê de û li gor daxuyaniya Asayîşê 4 endamên "rêxistina terorîst a DAIŞ'ê" hatine girtin.

Li gor daxuyaniya Asayîşê, ev her 4 endamên DAIŞ`ê bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê, çalakiyên sabotajê li dar dixin û tekezî li ser vê yekê hat kirin ku ev operasyon dê berdewam bike, ew jî ji bo ewlehiya herêmê û têkbirina rêxistina DAIŞ`ê. 
Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye ku ew tu carî rê nadin DAIŞ xwe ji nû ve rêxistin bike. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye