Ofîsa ragihandina Wezaretê di daxuyaniyekê de ku ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) wergirtiye got:
"Hin dezgehên medyayê û malperên medyaya civakî nûçeyên li ser teqînek armanckirî li nêzî Balafirgeha Bexdayê hatine belavkirin ne raste."
Li gorî daxuyaniyê, wezaretê piştrast kir ku rewşa ewlehiyê li paytextê ewle û aram e û ti bûyerên bi vî rengî nehatine tomar kirin û tekez kir ku ev nûçe bi tevahî derew e û armanc dikin ku di nav welatiyan de tevliheviyê derxînin.
Wezareta Karên Hundir bang li her kesî kir ku nekevin nav gotegotan û tenê xwe bispêrin daxuyaniyên ku ji hêla rayedarên fermî ve têne dayîn wekî çavkaniya yekane ya agahdariya ewlehiyê.