Xwediyên erebokan li Şamê xwepêşandan li dar xist. Parêzgarê Şamê qebûl nekir ku bi wan re bicive.
Xwediyên erebokan berê ruxset ji hikûmeta Baasê girtibûn, nerazîbûna xwe li hemberî biryarên hikûmeta veguhêz nîşan dan ku karê wan li kolanên Şamê sînordar dike.
Xwepêşandêran pankartên "Em parêzgar dixwazin", "Dengê gelê ku nikare debara jiyana xwe bike, bilind bikin" û "Şaredarî dev ji me berde" rakirin.
Kesên ku tev li xwepêşandanê bûne, gotin ku parêzgarê Şamê li hember xwediyên erebokan şer dike û dixwaze karê wan li herêma Beramka, kolana Sewra û Meza qedexe bike.
Xwediyên basteyan, dema ku dewriyeyên şaredariyê tên, basteyên xwe radikin û dema ku diçin careke dîtir tên basteyên xwe datînin.
Parêzgarê Şamê jî îdia kir ku ew dixwazin cihê basteyan biguherînin û bibin bazareke zêdetir tevger lê heye, mîna Zebletanê û Sewra.
Her wiha parêzgerê Şamê got: “Ev baste berî ku rejîma Baasê hilweşe hatine danîn û ne berhemdar in.”
Li gorî Ajansa Hewarê hemû ruxsetên berê yên basteyên li Şamê hatine betalkirin.
Her wiha ruxsetên birîndarên artêşê yên berê hatine qebûlkirin, betal kirine.
Heman çavkaniyan da zanîn ku 50 ruxsetên basteyan li komên diyarkirî belav kirine.
Parêzgarê Şamê jî got: “Ruxset li gorî encamên pişkê hatine belavkirin.”
Li gorî xwepêşdêran, kesên di pişkê de bi ser ketine û wê ruxsetan bigirin hemû girêdayî cihekî ne, xwediyên basteyan ên berê jî ruxset ji wan re derneketiye û ew ji karê xwe bê par mane.