Li Siwêdayê jinên Durzî çanda xwe dan nasîn

Li Siwêdayê çalakvanan çalakiyeke çandî û hunerî li şûnwarên Qenewat organîze kir. Çalakvanan çalakiyeke çandî û hunerî ku kiltora herêmê rave dike, pêşkêş kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çalakiyê de xelkê Siwêdayê, cil û bergên xwe yên Durzî pêşkêş kirin.

Hozan û hunermendên kardest ên ji herêmê jî beşdarî çalakiyê bûn û tablêtên xwe pêşkêş kirin, stran û helbest gotin.

Kevneşopiya herêmê û çanda wê li şûnwarê Qenewat ê li Cebel Ereb navdar e, nîşan dan.

Di çalakiyê de beşdarvanan ji bo teyisandina kevneşopiya herêmî û dema bihurî bi roja îro ve girê bidin, axaftin kirin û helbest gotin.

Çalakvanan anîn ziman ku ew ji bo kevenşopiyên xwe bidin naskirin û dîrokê bi roja îro ve girê bidin, çalakî bi rêxistin kirine.

Her wiha ew destekê didin çalakiyên çandî û hunerî ji bo nasnameya çandî ya herêmê biparêzin.

Jinan diyar kir ku ew ê her tim hewl bidin ku kevneşopiyên Sûriyê derxin pêş û dîroka herêmê û pirrengiya wê biteyisînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye