Dijwariya jiyanê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê

Aboriya Îran û Rojhilatê Kurdistanê rûbirûyî krîzeke darayî ya pir giran bûye. Înflasyon û gihîştina nirxê xwarin û kirya xaniyan ji bo astên rekor, jiyana rojane ya malbatan pir dijwar kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber krîz û bilindbûna bihayê xwarin û kirêya xaniyan, jiyana malbatên kêmdahat li Rojhilatê Kurdistan û Îranê rûbirûyî qeyraneke kûr bûye.

 Dahata mehane ya karkerekî hîna têra xwarina malbata wî nake.

Vê rewşê barê malbatan giran kiriye û şiyana kirîna pêwîstiyên sereke bi tevahî lawaz kiriye.

Amar nîşan didin ku bilindbûna enflasyonê ya niha, piştî Cenga Cîhanî ya Duyem, weke wê nehatiye dîtin.

Cudahiyeke mezin di navbera lêçûnên jiyanê û dahata mehane de heye

Li gorî şopandina dawî yên Malpera Vekolînên Aborî "EcoIran", rewşa darayî ya welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ketiye nav krîzeke kûr.

Di dema niha de, lêçûna dabînkirina selika xwarinê û pêdiviyên bingehîn ên malbateke normal gihştiye 24 milyon û 300 hezar tûmenî, di demekê de ku ev mîqdar berî çar mehan 21 milyon û 100 hezar tûmen bû. 

Digel destpêkirina werza barkirina xaniyên kirêgirtiyan, nirxê navînî yê kirya xaniyan gihştiye nêzîkî 11 milyon tûmenî ku li gorî 8 milyon û 500 hezar tûmenên berî çar mehan, bilindbûneke berbiçav nîşan dide.

Zêdebûna lêçûnên jiyanê barê xelkê pir giran kiriye 

Lêçûna navînî ya her malbatekê ji bo jiyana rojane û kirya xanî, di mehekê de gihîştiye 35 milyon û 300 hezar tûmenî ku ev yek li gorî berî çar mehan zêdeyî 5 milyon û 700 hezar tûmenî bûye.

Ev zanyarî nîşan didin ku li gorî biryara Encumena Bilind a Kar, dahata mehane ya karkerên Îranî ji bo îsal bi vî rengî hatiye hesabkirin:

Mûçeya bingehîn a rojê: 550 hezar tûmen

Kirêya xanî: 3 milyon tûmen

Alîkariya jiyanê: 2 milyon û 200 hezar tûmen

Bi giştî dahata mehane ya karekî digihêje nêzîkî 22 milyon tûmenî.

Ji bo karkerên zewicî û xwedî zarok, ev pîvan hinekî bilindtir dibe:

Alîkariya malbatê: 500 hezar tûmen

Alîkariya ji bo her zarokekî: 1 milyon û 600 hezar tûmen

Ev rewş diyar dike ku tevahiya dahata mehane ya karkerekî, têra dabînkirina xwarina mehane ya malbata wî nake.

Encama vê hevkêşeya aborî ya neyeksan, çêbûna valahiyeke mezin e ku tê de malbat ji bo dabînkirina kirêya xanî û lêçûnên din ên wekî derman û xwendinê, mehane rûbirûyî kêmbûna dahatê ya herî kêm 11 milyon tumenî dibin.

Ev kêmasiya dahatê, bi taybetî li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ku di rêza yekem heta pêncem a herî bilind a enflasyona aborî de li seranserê parêzgehên Îranê cih girtine, fişareke ducar giran û xirab li jiyana karker û çîna kêmdahat kiriye. 

Bi vî awayî, şiyana wan a darayî ji bo dabînkirina pêwistiyên sereke yên jiyanê bi tevahî ji dest diçe û ev yek jî hejariyê di nava civakê de zêdetir dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye