Wezareta Perwerdeyê: Navendên ezmûnên xwendekarên Siweydayê dê li Şamê bin

Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê gotibû ku wê xwedekarên Siweydayê ezmûnên xwe li Şamê pêşkêş bikin. Xwendekarên Siweydayê ev biryar şermezar kirin û xwestin ku hikûmet ji biryara xwe vegere. Li ser vê, şandeyeke Neteweyên Yekbûyî li Siweydayê bi şêx Hikmet Hicrî re civiya. Aliyan rewşa xwendekarên li parêzgehê, ezmûnên wan û hin mijarên xizmetguzarî û mirovî gotûbêj kirin.

reset font size increase font size

14'ê gulanê, Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bo xwendekarên Siweydayê biryarek da.

Wezaretê diyar kir ku wê xwendekarên Refa 9 û 12'an li parêzgeha Şamê û gundewarê Şamê ezmûnên xwe pêşkêş bikin.

Vê biryarê xwedekarên Siweydayê aciz kirin.

Xwendekarên Siweydayê: Em biryara ezmûnan şermezar dikin

24'ê gulanê, xwedekarên Siweydayê û malbatên wan daketin qadan û biryara pêşkêşkirina ezmûnan li derveyî Siweydayê şermezar kirin.

Wê demê, xwepêşanderan daxwaz kir ku ezmûn li Siweydayê werin pêşkêşkirin û hikûmet biryara xwe betal bike.

Her wiha xwepêşanderan bang li saziyên peywendîdar kir ku dest tê werdin û navendên ezmûnan vegerînin Siweydayê.

Şandeya NY serdana Siweydayê kir û bi şêx Hikmet Hicrî re civiya

Li ser vê yekê, îro şandeyeke Neteweyên Yekbûyî serdana Siweydayê kir.

Şandeyê bi şêx Hikmet Hicrî re civiya.

Aliyan rewşa xwendekarên Siweydayê, pirsgirêkên têkildarî ezmûnan û rêbazên piştgiriya pêvajoya perwerdeyê gotûbêj kirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24